26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsekî PDKê: Me hemû hêzên xwe xistine bin destê Hikûmeta Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Derbarê girjiyên çend rojên derbasbûyî li Herêma Kurdistanê, Endamê Polîtburoya PDKê Ceifer Êmînkî di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info de dibêje, PDK û YNK hizra şerê navxwe nakin û dema wê yekê çûye ku herdû alî şerê hev bikin, ku pirsgirêkên niha di navbera wan de hene demkî ne û dê çareser bibin. Herwiha dibêje, PDK ti hêzeke xwe ya leşkerê di bin destê xwe de nehiştiye û hemû xistiye bin destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Dr. Ceifer Êmînkî wiha axivî: “Pêwendiya di navbera PDK û YNKê de şirîkatî û hevpeymanî ye, ku ji sala 2003ê ve berdewam dike û vê yekê aramî û seqamgîrî li pey xwe aniye. Bawer nakim ew girjiyên ku di çend rojên derbasbûyî de derketine, bibin rêgir ji pêşvebirina wan pêwendiyên PDK û YNKê. Tişta ku çêbû gerek negihîştiba vê astê û ez bawer im ku ew pirsgirêk demkî ne.”

Êmînkî wiha got: “Pêwîst e hemû partiyên siyasî piştevaniyê li Hikûmeta Kurdistanê bikin nexasim ku niha nexweşiya Koronayê heye. Helwesta Serokwezîr Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo başkirina rewşê, cihê dilxweşiyê ye. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hewl dide ji bo başkirina rewşê.”

Wî endamê Polîtburoya PDKê wiha domand: “PDK û YNK hizra şerê navxwe nakin û dema şerê navxwe çûye. Qet şerê navxwe dernakeve. Ne girjiyên niha û ne ji pirsgirêkeke din nabe sedem ji bo ku şerê navxwe derkeve, ji ber ku ne li nava PDK û ne jî li nava YNK îradeya şer heye.”

Dr. Ceifer Êmînkî ragihand: “Ti hêzek di bin destê PDKê de nemaye û me hemû hêzên xwe xistine bin destê Hikûmeta Kurdistanê. Hêza 80 ya ser bi PDKê ve ketiye bin destê dezgehên Hikûmeta Kurdistanê, gerek partiyên din ên Kurdistanê karekî wisa bikin, da ku hemû hêzên çekdar li Herêma Kurdistanê di bin destê Hikûmeta Kurdistanê de bin.”

Nûçeyên têkildar