Fermandarê Pêşmergeyên Roj: Ew kesê ku çûye Lîbyayê em wî nas nakin û ne pêwendiya me pê heye

Duhok-KDP.info- Fermandarekî Hêza Pêşmergeyên Roj dibêje, ew tohmetên ku ketine histê Pêşmergeyên Roj derew in û yek Pêşmerge neçûye dervey Kurdistanê.
Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Roj Qadir Şêx Mem ji malpera KDP.info re ragihand: “Yek kes ji me neçûye ne Lîbya û ne jî Sûriyê. Ew kesê ku dibêje ez ji Sûriyê hatime Herêma Kurdistanê û ji wir çûme Tirkiyê û ji wir jî çûme Lîbyayê, em wî nas nakin. Mixabin hin alî vê tometê dixin histê me de, ma Leşkerê Roj ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, xelkê herçar perçeyên Kurdistanê ne. Her perçeyekî Kurdistanê pêwîstiya wê bi alîkariya me hebe, emê amade bin. Ji destpêka şerê DAIŞê em di şerê parastina Kurdistanê de bûn û heya bi dawî jî.”
Şêx Mem wiha got: “Me di wî şerî de gelek şehîd û birîndar dan û şerê me ji bo parastina Kurdistanê bû û nabe navê Pêşmergeyên Roj bê reşkirin û rêz li Pêşmerge bê girtin.”
Wî fermandarê Pêşmergeyê Roj wiha got: “Ji destpêka şerê Sûriyê de, 10 hezar ciwanên Kurd ji bo azadkirina navçeyên Ereban li Sûriyê şehîd bûne, lê kes behsa wan nake, lê niha behsa kesekî dikin ku em bi ti awayî ne wî nas dikin û ne jî pêwendiya me pê ve tune ye. Yek Pêşmergeyê me neçûye dervey Kurdistanê û tişta ku tê gotin derew e.”




