Polîtbûroya PDKê Cejna Sersala Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Polîtbûroya PDKê bi boneya Cejna Sersala Êzdiyan peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li xuşk û birayên Êzdî kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi boneya Cejna Sersala olî ya xuşk û birayên Êzdî, em gerimtirîn pîrozbahiyê li kesayetî û mîrên Êzdiyan û Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzdî û tevahiya Êzdiyan li Kurdistanê û cîhanê dikin.
Em hêvîdar in ku ev cejin û hemû cejin û minasebetên we di saya azadî û aramiya Herêma Kurdistanê de bi xêr û xweşî bin ji hemû aliyan re û cihê aramî û mizgîniya bidawîhatina nexweşî û êşan be.
Ev vê cejnê îsal di demekê de pîroz dikin ku şewba Korona li Kurdistan û hemû cîhanê belav bûye, lewma jî pêwîst e hemû alî hevkar û pêbend bin bi rênmayên tendirûstî ji bo selametiya her kesekî di vê civakê de û ji bo ku em bi ser vê nexweşiyê bikevin.
Bi vê boneyê em careke din piştevaniya temam û berdewam a madî û manewî ya PDK û Serok Mesûd Barzanî ji bo we piştrast dikin, ew jî ji bo parastina kultûrê resen ê Êzdîtiyê û vegera aramî û seqamgîriyê bo tevahiya navçeyên we û karkirin ji zêdetir avedankirinê û pêşxistina canê birayetî û bihevrejiyan û tebayiyê li cem hemû pêkhateyên civaka Kurdistanê.
Careke din cejna we pîroz be û em hêviya bextewerî û jiyaneke xweş ji we re dixwazin.
Polîtbûroya PDKê”




