Serok Barzanî Cejna Sersala Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina Cejna Sersala Êzdiyan, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê ji bo wan dixwazim.
Xuşk û birayên Êzdî, wekî beşekî veneqetiyê gelê me ne, êş û azareke zêde dîtine û dijminên gelê me bi heman armanca Enfal û kîmyabaranê, jibilî wê bi hovtirn şêwe rik û kîna xwe li ser Êzdiyan de rijandine.
Di heman demê de jî bi zêdetirîn şiyana xwe ve xwestine xuşk û birayên Êzdî ji gelê me veqetînin. Lê belê li hemberî îradeya bihêz a neteweyî û niştimanperwerî ya Êzdiyan, hewlên dijmin bêencam bûne.
Di vê helkeftê de ez xuşk û birayên me yên Êzdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê bihevrejiyanê ye û divê ev em çand û kultura dewlemend biparêzin û birayetî û tebayiya xwe berfirehtir bikin.
Hêvîdar im hûn hemû cejn û helkeftên xwe bi şadî û bexteweriyê derbas bikin û bimînin bi xêr û xweşî.
Mesûd Barzanî
14.04.2020”




