Mesrûr Barzanî Cejna Serêsala Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Sersala Êzdiyan peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li Êzdiyan kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi boneya Cejna Serêsala Êzdiyan pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû pir xêr, xweşî û kameranî be û sala dawîhatinê be bi azar û êşên xuşk û birayêm me yên Êzdî ku di salên derbasbûyî de, li ser destên terorîstan rastî tawanên mezin bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend e bi berevanîkirin û parastina mafên hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê û Êzdî jî wek pêkhateke resena gelê Kurd, ku daxwazên wan dê parastî bin û em hemû hewlekê didin ji bo xizmetkirina zêdetir a xuşk û birayên me yên Êzdî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”




