26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Sersala Êzdiyan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de Cejna Sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên Êzdî pîroz kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Cejna Sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û li herdereka cîhanê bin, bi taybetî jî sersala kesûkarên qurbaniyên destê terorê û yên ku hêj di kampên koçberiyê de ne, pîroz dikim. Hêvîdar in cejin û helkeft û bîrhatên me di rewşeke baştir de vegerin.

Îsal cejin di demekê de hatiye ku Kurdistan jî wekî hemû cîhanê ketiye bin bandora Koronayê, herwiha hêj çarenivîsa bi hezaran xuşk û birayên me yên Êzdî yên ku qurbanî destê terorê ne, winda ne. Di vê rewşê de pêwîst bû em hemû pêbendî rênmayên tendirûstiyê bibin û xwe biparêzin.

Bi vê helkeftê careke din em xuşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku heya yek kes ji xuşk û birayên me yên Êzdî winda mabe, ji bo vegera wan çi pêwîst be emê bikin, da ku em çarenivîsa wan nas bikin û kesê ku hatine revandin rizgar bikin, herwiha emê li ser hewlên xwe yên bi parêzgehbûna Şingalê û avedankirina deverên Êzdiyan berdewam bin.

Cejn û sersala we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

14.4.2020”

 

Nûçeyên têkildar