Mesrûr Barzanî: Armanca Enfalê qirkirina nasnameya netewî ya Kurd û gelê Kurdistanê bû

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand, “nabe bîranîna komkujiya Enfalê tenê bîranîneke asayî ya êşên me be, lê belê divê bi hemû awayekê em hewla nehêlana wê hizra şovînî bidin ku li pişt Enfalê ye.”
Peyama Mesrûr Barzanî bi vî awayî ye:
Îro 32 sal bi ser mezintirîn pêla jenosoid kirina gelê Kurdistanê re derbaz dibe, ku pişkek bû ji zincîre pêlên cenosîdkirinan û armanc jî nehêlan û jinavbirina nasnameya neteweyî ya Kurd û gelê Kurdistanê bû.
Bîranîna wan tawanên mezin, ku li beranber xelkê Kurdistanê û li ber çavên cîhanê hatin encamdan û bi hezaran kesên bê tawan têde bûne qurbanî, nabe tenê bîranîneka asayî ya êş û azarên me be, lê divê bi hemû şêweyekê hewla jinav birina wê hizra şovenî û regezperistîyê bihête dan, ku li pişt encamdana tawan û jenosoîda wê Enfalê ye ku piraniya deverên Kurdistanê li xwe girtbû û birîneka kûre di leş û hişê gelê Kurdistanê de û nayê ji bîrkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku dirêjîyê dide hewlên xwe bo bi nêvdewletîkirina pirsa Enfalan û nasandina wê bi cenosîd, berdewam jî li xema baştirkirina jîyan û guzeranên malbatên şehîdan û kesûkarên qurbaniyên pêlên cenosîda Enfalê ye, ku pêwîst e dewleta Iraqê berpirsîyariya destûrî û sincî ya xwe li qerebûkirina evan tawanên mezin bixe di stûyê xwe de û diltenahîyê bide ji dûbarenebûna wan di pêşerojê de.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
14/4/2020




