Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e civaka navdewletî Enfalê weke cenocîd qebûl bike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 32mîn salvegera Enfalê de peyamek pêşkêş kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku enfal weke cenocîd bipejrînin.
“Di bîranîna salvegera sîh û dû saliya pêla jinavbirinên Enfalê de, bi rêz û rûmetê ve wan hemû qurbaniyan bibîr tînîn ku di wê tawankarî û cenosîdê de canê xwe gorî kirin û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînîn, silav û rêz jî, ji bo malbat û kesukarên wan yê serbilind be.
Enfal yek ji hovtirîn tawanên dîrokê ye ku jin, mêr, zarok û pîr nenasiye û bi bêwicdanî hemûyan pêkve berev mirina bi kom binax kiriye. Herwiha jîngeh û avadaniyan text kiriye û hemû şûnewarekî jiyanê jêbiriye. Ew siyaseta regezperesta Be’sê bûye sedema wê yekê ku tenê li pêlên enfalê de, ji bilî wêrankirina hezaran gund û dehan bajarokên Kurdistanê, zêdetirê (180) hezar welatiyên Kurdistanê canê xwe spartin û hatin komkujkirin û binaxkirin..
Di demek da îro bîranîna wan azîzan û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikin, divê hemû hewlên me ji bo wê yekê bin ku bi tu awayekî rê neyê dayîn careke din ne gelê Kurdistanê û ne ti gel û milletekî dinê ser erdê, rûbirûyê wê tawankarî û cenosîdê bibin. Divê dewleta Iraqê jî wekî erkê xwe yê yasayî û exlaqî, bi awayeke ciddî berê xwe bide kesukarên qurbaniyan û wan qerebû bike.
Her wekî çawa Dadgeha Bilinda Tawanan ya Iraqê enfalan bi cenosîd û tawana dijî mirovayetî û tawana cengê nasand daxwazê ji civaka navdewletî jî dikin van tawankariyan bi cenosîd binasênê. Lewma jî em berdewam dibin û hemû hewlekê didin. Her wiha ji bo peydakirina termên şehîdan û vegerandina wan ya himbêza niştiman de berdewam dibîn.
Di vê bîranînê de rêz û silav ji bo giyanê pakê şehîdan ku herdem li bîranîna gelê Kurdistanê da bi zîndî dimînin.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
14/04/2020”




