26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mazlûm Kobanî: Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgehên pizîşkî ji me re şandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Giştî yê HSDê spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku bilez bersiva daxwaza wan a bo hevkariya rûbirûbûna koronayê daye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, li hejmara xwe ya xwe Twîtterê peyamek belav kir.

Di wê peyama xwe de Fermandarê Giştî yê HSDê, spasî û minetdariya xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

General Mazlûm Kobanî got, “Spas û pêzanîn bo Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî ji bo bidengvehatina bilez û ciwamêrane li ser dawakariya me ya bo şandina 2 taqîgehên pizîşkî ji bo aşkerekirina vîrusa koronayê.”

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez jî dike ku hewldan û hevkariyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, “ji bo şandina zêdetir taqîgehan ji bo piştevaniya hewlên me bo rûbirûbûna vê petayê” dê berdewam bikin.

 


 

Nûçeyên têkildar