Serok Barzanî serxweşiyê li siyasetmedarê Iraqî Nesir Çadirçî kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Nesir Çadirçî
Bi xem û kovaneke zêde ve nûçeya koça dawî ya Endezyarê Avahîsaziya navdarê Iraqî Refet Çadirçî yê birayê we gihîşt me. Xwedê jêrazî cihê destê xwe yê hunerî bi cîh hiştiye ku li cem nifşên paşarojê bi zîndî dimîne.
Em xwe bi hevbeşê xema we dizanîn, serxweşiyê li we yên birêz dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi we bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11 Nîsan 2020




