26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ev çend roje nûçeyek li ragihandinan belav bûye ku hejmarek kesên ser bi hêzên Heşd û Polîsên Iraqî li nêzîkî bazgeha Pirdê destdirêjiyê kirine ser jineke Kurd ku xwedî pêtivîyêt taybete û li malbateke gelek hejar û bêdesthilatê sînorê parêzgeha Kerkûke.

Daxwaz ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê dikim bi hevbeşî lêkolîneke tevahî li vê tawana diltezîn bikin û encamderên wê tawanê bêne sizadan. Eve tawan û sîtemekî gelek mezine ku li welatiyeke bêpena yê Kurd li jêr sayeya îdare û serbaziya sepandiya Kerkûkê kirine ku her li destpêkê ve heta niha ev desthilat li ser ewe rahatiye li rêyên cûr bi cûr dijayetiya welatiyên Kurdên Kerkûk û mafên wan bike.

Bila hîç kes û aliyek wiha bîr û hizir neke ku tawanên bi vî awayî li ser wan da derbas dibe yan çavpoşî lê tê kirin. Ev destdirêjiye şikandina kerameta welatiyên neku tenê Kerkûkê belku hemû Kurde û encamderên vê bêwîcdaniyê divê bi tundtirîn awayî bêne siza dan.

 

Mesûd Barzanî

10.04.2020

Nûçeyên têkildar