Serok Barzanî piştgiriya xwe bo Mistefa Kazimî ragihand

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî, di peywendiyeke telefonî de piştgiriya xwe bo Mistefa Kazimî derbirî ku îro ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin.
Serok Mesûd Barzanî, îro Pêncşema 09.04.2020, peywendiyeke telefonî li gel Mistefa Kazimî yê raspardiyê hikûmeta Iraqê, encam da.
Di wê peywendiyê de, Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo raspardina Mistefa Kazimî ji bo serokwezîriya Hikûmeta Iraqê ragihand û hêviya serkeftinê jê re xwest
Herwiha Serok Barzanî hêvî xwest ku ev hengav bibê sedema hevdû nêzîkbûna hemû pêkhatên Iraqê û pir û derbasgehek jî be ji bo çareserbûna kêşe û qeyranên Iraqê.




