26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rewşa Xaneqîn wisa berdewam be Kurd li wir namînin

Çavkanî: KDP.info

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku DAIŞ li sînorê Xaneqîn li 3 cihên sereke heye û çekdarên wan bi roj Hişda Şeibî ne û bi şev jî DAIŞ in, û xelkê navçeyê jî ji gund û navçeyên xwe bar dikin û eger ev rewşa metirsîdar berdewam be Kurd li Xaneqîn namînin.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew çekdarên DAIŞê yên ku êrîş dikin, bi roj Heşd in û bi şev jî DAIŞ in û tên êrîş dikin ser çeperên Pêşmerge û wan şehîd dikin. Ew navçe vala bûne û DAIŞ bi kêfa xwe tevgerê dike. Dema dibe roj jî çekdarên Heşda Şeibî derdikevin û tiştekî nakin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Kurd bi qefla ji navçeyê bar dikin û ev rewşa metirsîdar berdewam be dê Kurd li Xaneqîn nemînin. Ew cihê ku tê de DAIŞ êrîş dike ser Hêzên Pêşmerge axa Kurdistanê ye û ser bi Kelar e. Rewş pir metirsîdar e.”

Şêx Ceifer Şêx Mistefa wiha domand: “DAIŞ li 3 cihên sereke ye ku Neftxane û kaşên navçeyê û Hewza Hemrîn li Seidiye heya Beiqûba û ji Celewla heya Qeretepe û Cebare, ku bi eşkere tên dîtin.”

 

Nûçeyên têkildar