26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serperiştiya yekemîn civîna Komîteya Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 8/4/2020, Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya Vîdyoyê ve, serperiştiya yekemîn civîna Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê li Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de, Qubad Talebanî, Cêgirê Serokê Hikumetê û wezîrên peywendîdar beşdar bûn. Gotûbêj derbarê mîkanîzim û çarçoveya yasaya cîbicîkirina yasaya çaksaziyê hat kirin.

Serokê Hikumetê bi navê Civata Wezîran, tekez kir li ser wê yekê ku encamdanda çaksaziyê pişkeke giring e ji karnameya kabîneya nehem a Hikumeta Herêma Kursdistanê û armanc ji cîbicîkirinê yasaya çaksaziyê bi destveanîna dadperweriyê ye û divê ew çaksazî hemû war û sektoran lixwe bigre. Dabînkirina maf û imtiyazatên mûçexorên rasteqîne û hejî, armanca me ya sereke ye.

Dûvre wezîrên peywendîdar raporên taybetî yên xwe derbarê cîbicîkirina yasaya çaksaziyê pêşkeş kirin. Komîteya Bilind a CîbicîKirina Yasaya Çaksaziyê rapora wezaretan pesind kir û tevaya wezaret û aliyên negirêdayî bi wezaretê hatin raspartin bo pêkanîna komîteyên neserekî û destbikarbûna wan bi zûtirîn dem di çarçoveya made û movkên yasaya Çaksaz

Nûçeyên têkildar