25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Êrişa Koleco belgeyek e li ser xwerêkxistin û gefa berdewam a DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de li Kolecoya Germiyanê ku tê de 2 Pêşmerge şehîd bûbûn, daxuyaniyek belav kir û ragihand, ev cûre êrîş belgeyeke zelal e li ser wê yekê ku terorîstên DAIŞê xwe rêkxistine û gefeke berdewam in li ser asayîş û jiyana welatiyan.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, bi xemeke zêde şeva derbasbûyî li encama êrîşa terorîstan ya li ser sengerekî Pêşmerge û rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de li tixûbê bajarokê Koleco li Germiyan dû Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pêncê Piyadeya Wezareta Pêşmerge yên bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkêw Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.

Di berdewamiya peyama xwe de Serok Barzanî, pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdên şeva derbasbûyî ya Kuleco dike û hêviya xwe tîne ziman, ku xwedayê mezin sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Herwiha Serok Barzanî tekez dike, ev cûre êrîş belgeyeke zelal in li ser wê yekê ku terorîstên DAIŞê xwe rêkxistin e û gefeke berdewam in li ser asayiş û jiyana welatiyan. Her ji bo wê yekê jî pêwîst e ji navbirin û nehiştina terorê wekî karê sereke yê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bimîne.

Nûçeyên têkildar