26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em bo serokwezîriya Iraqê piştgiriyê li Mistefa Kazimî dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûna bo karê cidî, piştevaniya Mistefa Kazimî bo kursiyê serokwezîriya Iraqê dike.

Nêçîrvan Barzanî daxwaza rêkevfina hemû aliyan li ser mekanîzmekê bo pêkanîna hikûmeta federalî dike û dibêje: “Ev rewşa zehmet û dijwar ku welatê me yê ezîz tê re derbas dibe, ji me tevan dixwaze ku em nakokiyên xwe bidin alî, û di demeke herî nêzîk de li ser mekanîzmekê ji bo pêkanîna hikûmeta federalî li gor destûrê û li ser bingeha lihevkirineke rasteqîn li hev bikin, ku seqamgîrî û bihêziya hikûmetê di cîbicîkirina erkên xwe de misoger bike.”

Nêçîrvan Barzanî, “rûbirûbûna metirsî û qeyranên ku rûbirûyê Iraqê bûne, wek giringtirîn erkê hikûmeta nû” bi nav dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê bi piştgiriya hemû aliyan wek karekî pêwîst dibîne û tekez dike: “Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûna bo karê cidî ya bi vê armancê, pêkanîna hikûmeta nû bi piştgiriya hemû aliyên niştimanî gelek bi pêwîst dibîne, ji ber wê yekê jî em pêşwazî li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî bo posta Serokwezîriya hikûmeta federal ji aliyê hêzên siyasî yên pêkhateya Şîe ve dikin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza piştevaniya hemû aliyan bo Kazimî û pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê jî dike û dibêje: “Em daxwaz ji hemû aliyan jî dikin, piştevaniyê bikin daku di zûtirîn dem de erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.”

Nûçeyên têkildar