26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên herdû pêşmergeyên şehîd re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber êrîşa duh a DAIŞê ya li dijî Hêzên Pêşmerge li sînorê Germiyanê û şehîdbûna du pêşmergeyan peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama sersaxiyê de xemgîniya xwe û herwiha hevxemiya xwe bo malbatên herdu pêşmergeyên şehîd nîşan daye û ragihandiye: “Sersaxiyê ji malbat û kesûkarên herdu şehîdên pêşmerge yên qehreman Sorkêw Reşîd û Îsmaîl Faris re dixwazim ku li sînorê bajarokê Kolecoyê li Germiyanê di rûbirûbûna li gel terorîstên DAIŞê de canê xwe feda kirin û şehîd bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Ez hebeşê xema wan im, xwedayê mezin rihê şehîdan şad bike û sebrê bide malbat û kesûkarên wan ên serbilind.”

Nûçeyên têkildar