25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Meryem Xanim a Qazî

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar Pêşewa Qazî Mihemed

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Meryem Xanim a Qazî, keça Pêşewayê Nemir û hevjîna birêz Serdar Begê Caf gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiyên xwe bi we yên birêz û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û xelkê niştimanperwerê bajarê Mehabadê radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyana Meryem xanim bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

16.03.2020

Nûçeyên têkildar