Nêçîrvan Barzanî: Divê Iraq berpirsatiyên xwe yên li hember Helebceyê pêk bîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bîranîna karesata Helebceyê wek rêzgirtin li qurbaniyên gelê Kurdistanê bi nav dike û dibêje: “Mixabin heta niha hikûmeta Federal a Iraqê bi praktîkî ti pêngavek ji bo qerebûkirina madî û manewî ya akinciyan û jîngeha wêrankirî û bijehrîkirî ya parêzgeha Helebceyê neavêtiye”.
Nêçîrvan Barzanî bi boneya 32mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Îro tevahiya cîhanê di xema jinavbirina vîrusa Koronayê de ne, ku gefeke metirîdar e bo ser tevahiya mirovahiyê, bi heman awayî jî divê karkirina ji bo jinavbirina çekên komkuj û teknolojiya mirinê xema hemû cîhanê be, ew jî ji bo parastina jiyan, jîngeh û şaristaniya mirovahiyê”.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro 32 sal di ser karesata kîmyabarankirina Helebceya Şehîd re derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna pên hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan. Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê her berdewame”.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Bîranîna vê karesatê, rêzgirtin e li qurbaniyên gelê me, bi taybet jî şehîdên wê karesatê û tekezkirina me ya berdewam e li ser pêkanîna hemû rêkarên ji bo rêgirîkirin li dubarebûna tawanên wiha û cenosayda gelê Kurdistanê û her gel û pêkhateyek li her ciheke cîhanê, bi her hinceteke siyasî, olî û etnîkî be. Ev armanca pîroz, ji me yekrêziya zêdetir û tifaqeke berdewam dixwaze”.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Di vê bîranînê de em dubare tekeziyê li ser girîngîdana taybet û zêdetir a bi jiyan û xizmetkirina birîndaran, malbat û kesukarên qurbaniyên çekên kîmyayî dikin. Di vî warî de jî, bêguman kareke zêde maye bihê kirin ku hêjayî Parêzgeha Helebce û nîştecihên wê yên serbilind be”.
Serokê Herêma Kurdistanê rexne li helwesta hikûmeta Iraqê ya li hember Helebceyê digire û destnîşan dike: “Mixabin heta niha Hikûmeta Iraqa Federal, ti pêngaveke kirdarî ji bo qerebûkirina maddî û manewî ya nîştecihan, jîngeha wêrankirî û pîskiriya Parêzgeha Helebceyê û ti devereke din a Kurdistanê, wek qurbaniyên destê dewleta Iraqê, neavêtiye”.
Nêçîrvan Barzanî bang li Bexdayê dike ku “berpirsatiyên xwe yên yasaî û exlaqî” yên li hember Helebceyê pêk bîne û dibêje: “Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin weke berpirsyariyeke yasayî û exlaqî, di vê bareyê de erkê xwe pêk bîne”.
Di berdewamiya peyamê de wiha hatiye gotin: “Mirovayetiyê pêwîstî bi karên ciddî heye, ji bo qedexekirin û rêgirîkirina li bikaranînên hemû cûre çekeke komkujiyê. Wek çawa “Îro tevahiya cîhanê di xema jinavbirina vîrusa Koronayê de ne, ku gefeke metirîdar e bo ser tevahiya mirovahiyê, bi heman awayî jî divê karkirina ji bo jinavbirina çekên komkuj û teknolojiya mirinê xema hemû cîhanê be, ew jî ji bo parastina jiyan, jîngeh û şaristaniya mirovahiyê.
Şehîdên Helebce û hemû qurbaniyên gelê me herdem li bîra me ne û li wîcdana Kurdistaniyan da zîndîne. Di demek da bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdan dikîn, bi hêviyê ve jî li paşarojê dinêrîn.”




