26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kîmyabarankirina Helebce birîneke kûr e û tu carî nayê jibîrkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di salvegera 32mîn a kîmyabarana Helebce de peyamek belav kir û tê de got, mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike û pêwîst e jî êdî Hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmyabaran û enfalkiriyan bike.

Serok Barzanî di peyama xwe de radigihîne: “Kîmyabarankirina Helebce berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçeya Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihîşt.”

Serok Barzanî dibêje: “Kîmyabarankirina Helebce birîneke kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê jibîrkirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîste jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmyabaran û enfalkiriyan bike.”

Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de diyar dike: “Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebce û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

Nûçeyên têkildar