26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Kîmyabarankirina Helebce beşek bû ji siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarankirina Helebce peyamek belav kir û tê de got, kîmyabarankirina Helebce beşek bû ji siyaseta cenosîd û qirkirina gelê Kurdistanê.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Îro 32 sal bi ser kîmyabarankirin û komelkujiya bajarê Helebceyê re ku beşek bû ji siyaseta cenosîd û qirkirina gelê Kurdistanê, derbas dibe.

Ev tawana han ya mezin yaku li hember netewa me hate kirin, birîneke kûre di dîroka gelê Kurdistanê de û nîşaneya ev stemkarî û zordariye ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê me ye, tevahiya hewlên xwe bo xizmet kirina zêdetir ya kesûkarên şehîd û enfal kiriyan bi tevger dike.

Pêwîst e ev bîranînên terajedîk me zêdetir han bidin bo yekrêzî, yekgirtî û kar kirina hevbeş bo zalbûn bi ser tevahiya karesat û rewşên dijwar de.

Serê rêz û newazişê bo canê paqêj ya şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

16.3.2020”

Nûçeyên têkildar