Japon: Emê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Konsulxaneya Japonyayê li Herêma Kurdistanê Katsomî Moryaso serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê kir û ragihand ku welatê wî dê berdewam be li ser alîkarî û pêşxistina Herêma Kurdistanê.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî pêşwazî li Katsomî Maryaso kir û di wê hevdîtinê de Hoşyar Sîweylî got ku rewşa Iraqê ya niha hestiyar e û Iraq li pêşiya 2 rêyên dîrokî de ye û divê hemû alî bi berpirsyarî kar bikin.
Ji aliyê xwe ve nûnerê Japonyayê got ku welatî wî dê berdewam be li ser alîkariyên mirovî bo Herêma Kurdistanê û piştrast kir ku nûneratiya welatê wî dê berdewam be li ser karên xwe û karê xwe berfirehtir jî bike.
Hoşyar Sîweylî jî wiha got: “Em wek PDKê ji bo pêşxistin û ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê û gelê Japonyayê amade ne her alîkariyekê pêşkêş bikin.”
Herdû aliyan herwiha behsa belavbûna vayrûsa Koronayê kirin û wî berpirsê PDKê daxwaz kir ku Hikûmeta Japonyayê alîkariya Herêma Kurdistanê bike di rûbirûbûna vê veyrûsa metirsîdar de.




