26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Raperîna 1991ê peyamek da cîhanê ku gelê Kurdistanê bindestiyê qebûl nake

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 29mîn salvegera Raperîna peyamek belav kir û tê de ragihand ku raperîna 1991ê peyamek da hemû cîhanê ku gelê Kurdistanê bindestiyê qebûl nake.

Bi boneya 29mîn salvegera Raperîna bihara sala 1991ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî de bi helkefta vê rojê, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan û kesûkarên şehîdan dike û dibêje: “Raperîna pîroz a sala 1991ê werçerxekî dîrokî bû di xebata tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de, li hember zulm û dagirkeriyê rabû û ew peyam bi hemû cîhanê re ragehand ku gelê Kurdistanê bindestî û tepeserî û înkara mafên wê yên rewa red dike.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku raperîna Adara 1991ê berhemê yekgirtû û yekrêzî ya hemû çîn û tebeqe û pêkhateyên Kurdistanê bû û wiha pê de diçe: “Destkeftên gelê Kurdistanê û ew avadanî û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê û pêgeha diyar a Herêma Kurdistanê nav civaka navnetewî de berhemê şoreş û serhildanên berdewam ên xelkê Kurdistanê û nav wan de jî raperîna mezin a 1991ê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje pêwîst e bi heman ruhê yekrêzî û yekdengiya raperînê parêzgarî li destkeftên niştimanî bê kirin.

 

Nûçeyên têkildar