Serok Barzanî spasiya yekîtiya partiyên Kurdistanî li Bexdayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa Iraqê û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî de peyamek belav kir û spasiya wan kir. Serok Barzanî ragihand: “Ji dil spasiya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim, ku tevî nerînên cuda yên siyasî, di mijara bawerîdan û bawerînedana bi hikûmeta nû ya Iraqê de yekrêz bûn.”
Serok Barzanî vê yekhelwestiya partiyên Kurdistanî li Bexdayê wek “destkevteke dîrokî bo gelê Kurdistanê” bi nav dike û dibêje, “ev helwest cihê pêzanînê ye.”
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de spasiya aliyên Iraqî jî dike û dibêje: “Spasiya hemû wan hêzên siyasî yên niştimanperwer dikim ku bi helwesta xwe ya rast û lojîkî rêgirî kirin, ku qeyranên Iraqê kûrtir bibin û Iraq ber bi karesatê ve biçe.”
Serok Mesûd Barzanî pesnê helwesta aliyên Iraqî dike û tekez dike: “Ev helwesta wan rêzgirtin bû ji bingehên demokrasiyê û herwiha berçavkirina îradeya hemû pêkhateyên Iraqê bû, ji bo rasterêkirina proseya siyasî.”
Di vê peyama xwe de, Serok Barzanî destnîşan dike, ku “Iraq li berdem qonaxeke nû ye, ku dibe têde derfet ji bo cîbicîkkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan hebe û zemîne jî ji bo lihevkirineke pir alî ya niştimanî û nêzîkbûna aliyan jî çê bibe.”




