25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Şah Ebdullah pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Urdinê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Urdin-KDP.info- Îro Yekşema 1.3.2020 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikumî û bi vexwendineke fermî, gehişte paytexta Urdinê û ligel Şahê Urdinê re civiya.

Di dema gehiştinê de, Mesrûr Barzanî ji aliyê Şah Ebdullahê Dûyem Şahê Urdinê li koçka Besman hat pêşwazîkirin.

Di civînê de, ku cênişînê Ûrdinê, Şazade Husên Bin Ebdûllah û Serokwezîrê Urdinê Umer Elrezaz amade bibûn, gotûbêj hat kirin derbarê pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîna Urdinê di warê bazirganî û berhemanînan de.

Birêz Şah Ebdullahê Dûyem, amaje bi wê yekê da, ku wan pêwendiyeke taybet li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê heye û ew amade ne hevkariya birayên xwe bikin li Herêma Kurdistanê bi her awayekî ku pêwîst be. Kêfxweş bûn jî, bi pêşvebirina pêwendîyên bazirganî bi awayekî ku di berjwendiya herdû welatan de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, amaje kir bi giringiya hevahengiya hevpişik û berevpêşbirina pêwendiyên dûalî di warê bazirganî û bilindkirina asta weberhênana Urdinê li Herêma Kurdistanê. Mesrûr Barzanî sipasiya piştgiriya Şanişîna Urdinê kir û rola Şah Ebdulla di aramiya deverê de bilind nirxand.

Dûvre Şah Ebdullah mêvaniya Mesrûr Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê kir bo xwana firavînê.

Şanda Herêma Kurdistanê pêk hatibû ji, Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe, Ebdullah Hacî Mehmûd Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan û Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve.

 


 

Nûçeyên têkildar