Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li hevserokên YNKê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li hevserokên YNKê kir û hêviya wê xwest hilbijartina wan “xizmeta hêviyên Serok Mam Celal bike”.
Di peywendiyeke telefonî de, Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wan weke hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî kir û hêviya serkevtinê bo xwest.
Di wê peywendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê xwest û behsa rola diyar ya YNKê di qonaxên xebata gelê Kurdistanê de kir û tekezî li ser girîngiya pêgeh û hewlên YNKê ji bo tebat û yekrêziya pêkhate û aliyên Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, herwiha hêvî kir ku hilbijartin û destbikarbûna Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî, xizmeta wê yekrêzî û hêviyên rehmetî cenabê Serok Mam Celal bike.




