Hêzên kurdan dixwazin çavdêriya rêkên di navbera bajêrên Rojava bikin

Rojavayê Kurdistanê- KDP.info/ Li rojavayê Kurdistanê piştî ragirtina şerê di navbera hêzên kurdan û komên çekdar û paqijkirina bajêrê serê kaniyê ji komên çekdar, bi destpêşxeriya desteya bilinda kurd, hevkariyên serokatiya herêma Kurdistanê û yên kongira civaka dîmokiratîk bi ser gel ve hatine parive kirin.
Endamekî ji tevgera dîmokiratîk li rojavayê Kurdistanê bo evro diyarikir ku piştî şerê 15 rojan li serê kaniyê niha rewşeka aram heye û bajêr ji komên çekdar hatî ye paqijkirin û got: (niha desteya bilinda kurd li bajêrê serê kaniyê ne û seredana mala welatiyan û hêzên parastina gel dikin û ji aliyê welatiyan ve bi germî hatine pêşiwazîkirin û em çaverê dikin ku evro danê êvarê desteya bilind hevdîtinê li gel endamên hevpeymaniya nîştmaniya sûriyê da bikin û ji wan daxwaz bikin ku xwe ji bajêrên rojavayê Kurdistanê dûr bikin).
Xelîl Ehmed endamê tevgera dîmokiratîk herwesa diyar jî kir ku daxwaza hevdîtinê ji hevpeymaniya nîştmaniya sûriyê ve hatiyekirin û got: (desteya bilinda kurd rijde li ser nemana komên çekdarên ser bi sopayê azad li deverên kurdî û heta ew merc nehête qebûlkirin Aliyê kurdî çu peymanekî li gel komên çekdar îmza naket û niha hêzên parastina gel li hemû deverên kurdî cêgir bûne û ser bi desteya bilinda kurd ve ne).
Li aliyê dî fermandarekî hêzên parasna gel diyar kir ku wan daxwaz ji desteya bilinda kurd kirîne ku ji hevpeymaniya nîştmaniya sûriyê ra diyar bikin ku bila komên xwe di navbera bajêrên kurdan da vekêşîn çunku hêzên kurdî dixwazin bi hemû rengan parastina deverên xwe bikin.
Herwesa piştî şerê wê dûmahyê niha rêya di navbera bajêrê hesekî û serê kaniyê jî kevitî ye destê kurdan û piraniya kontirola di navbera bajêrê efirîn û helebê jî di destê hêzên parastina gel daye û hêzên kurdan dest bi bizaveka berfireh ya paqijkirina rêkên di navbera bajêrên rojavayê Kurdistanê da kirîne.




