Ji bo piştgîriya Rojavayê Kurdistanê Kurd daxwaza vekirina derîyên sînor ji Turkiyeyê dikin

Bakûrê Kurdistanê- KDP.info/ Serokê Şaxeya Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyên Giştî (Tum-Bel-Sen), Medenî Alpkaya daxwaz ji hukûmeta Tirkiyeyê kir, ku ji bo alîkariya gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê deriyê sînorîyê Nisêbînê veke. Alpkaya da zanîn,ku ew dê ji bo vekirina derî di 8 Sibatê de biçin ber derî.
Li gor ajansa PNA kedkarên giredayî Sendîkaya KESK’ê duhî li avahîya Egîtîm-Sen’ê (Senîkaya ku mamosta tê de xwe rêkxistin dikin) hatin ba hev û ji bo ku deriyê sînorîyên Tirkiyeyê yên li gel Sûrîyê û bi tabetî li gel Rojavayê Kurdistanê bihên vekirin daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê kedkaran serokê Tum-Bel-Senê, Medenî Alpkaya daxuyanî da. Alpkaya di axavtina xwe de ragihand, ku li ser Sûriyeyê hesabên Tirkiye, Îsraîl, Îran, Rûsya û Çîn´ê hene û Tirkiye jî alîkariya komên çekdar dike.
Alpkaya herwiha da zanîn, ku Tirkiye naxwaze kurdên Sûriyeyê xwedî statûyê bibin, ji ber vê yekê jî hemû deriyên sînor girtine û destnîşan kir, ku ew helwesta Tirkiyeyê li dijî hiqûqa şer e, sûcê mîrovahiyê ye.
Medenî Alpkaya ji bo vekirina derîyên sînorîyên Tirkiyeyê yên li gel Rojavayê Kurdistanê jî bang li hukûmeta Tirkiyeyê kir û daxwaza vekirina derîyê Bisêbînê kir. Alpkaya got, ku divê Tirkiye demildest deriyê Nisêbîn, Dirbesiyê û Serêkaniyê veke û ev tişt gotin: “Em weke hêzên kedê di 8’ê Sibatê de biçin ber deriyê Nisêbînê. Em piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê dikin û em piştgirî didin kampanyaya ku ji bo alîkariya wan hatiye destpêkirin. Em hemû kurdan di 8’ê Sibatê de dawetî ber deriyê Nisêbînê dikin.”




