26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û nûnera sekreterê Neteweyên Yekbûyî: Em ji ber rewşa Iraqê dilgiran in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gef û metirsiyên li ber proseya siyasiya Iraqê nirxandin û her dû alî dilgiraniya xwe ya kûrtirbûna qeyrana siyasî ya Iraqê ragihandin.

Her di vê civînê de di derbarê eger û çareseriyên ji bo derbaskirina qeyrana siyasî û rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser rola Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariya proseya siyasî ya Iraqê kirin.

 

Nûçeyên têkildar