26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bo gehandina alîkariyan bo Kurdên rojava du pir li Fêşxabur dihêne dirustkirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-taybet bi KDP.info/ Serperiştê gehandina harîkariya bo Kurdên rojava ragehand harîkarên hikûmeta herêma Kurdistanê û xelk û xêrxwaz û bajêr û bajêrkên herêma Kurdistanê bo Kurdên rojava berdewamin û ta nuke bi hezaran tenên kel û pelên xwarinê û bi melyonan litrên sutemeniyê gehştîne birayên me li Rojava.

Dr. Basil Cuqî serperiştê gehandina harîkariya bo Kurdên Rojava taybet bo KDP.info aşkirakir: "Gehandina harîkariya bi rêka belema gelek zehmete jiber vê çendê hikûmeta herêma Kurdistanê biriyar daye du piran li ser çemê Diclê li Fîşxabur bo xoşkirina hatin û çûna Kurdên Rojava û gehandina herîkariyan bihêne dirustkirin, yek pireka berwext nuke dihête dirustkirin û di qunaxên dumahiyê daye li demekê nêzîk dê kevîte dxizmeta birayn me da, herweha rêveberiya rêk û pira û digel kompaniyeka Turkî mijîlî danana pireka kunkirîtî ye li demekê nêzîk dê dest pê hêtekirin.

Navbirî xuyakir jî ew harîkariyên digehine Rojavayê Kurdistanê bi rêka lijneka taybet û rêkxirawên medenî li ser hejar û destkurtên birayên Rojava de dihêne belavkirin, bo hindê ji arîşeya birsîbunê bihêne rizgarkirin.

Nûçeyên têkildar