26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Îtalya: Girîng e em berdewam bin li ser rahênana Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di çarçova serdana xwe bo Îtalyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.

Di civînê da guftugo derbarê bihêkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran da geşedanên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha girîngiya berdewambûna hevkariya bi Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re û bi taybetî jî di rûbibrûna li dijî DAIŞê de jî hat gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser hevkarî û hemahengiya zêdetir li ser ser şerê li dijî DAIŞê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya Îtalyayê kir bo piştevaniya wê bo Herêma Kurdistanê bi taybet di şerê li dijî DAIŞê û alîkariyên serbazî bo Pêşmerge. Mesrûr Barzanî herwiha hevî kir ku pêwendiyên Herêma Kursitanê û Îtalyayê di her warî de bihêztir bibin.

 

 

Nûçeyên têkildar