Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanya civiyan

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanya Mark Sedwill kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hate kirin.
Herwiha girîngîpêdana bi hevahengiya zêdetir bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û aramkirina rewşa navçeyê hatin guftûgokirin.




