26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokê Parlemantoya Iraqê li ser çend xalan lihev kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 16.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemantoya Iraqê) Mihemed Helbusî kir û di wê civînê de herdû aliyan li ser çend xalan lihev kirin.

Di civînê de di derbarê rehendên rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin, li ber ronahiya civînê jî herdû aliyan li ser van xalên xwarê lihev kirin:

Karkirina ligel hemû hêzên siyasî ji bo derbasbûna ji wan tengasiyên niha û beşdarîkirina li vegerandina aramiya Bexda û parêzgehên dinê xwarê yê Iraqê.

Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê nûnerayetiya hemû pêkhatên Iraqê bike û li ser bingeha hevbeşî û şeraketa niştimanî be.

Divê bernameya hikûmetê bi rûnî û bi zûtirîn dem balê bikşîne li ser amadekariyên ji bo encamdana hilbijartina pêşwext, wekî ku bi cîhkirina daxwazên xwepêşanderan û ev babete divê bibê karê pêşîneya hikûmeta nû.

Pêwîst e bernameya hikûmeta nû planekî rûn û eşkere li xwe bigre, ji bo vegerandina rûmeta dam û dezgehên dewlet û parastina aştiya civakî û dawî anîna destwerdana derekî û hiştina çek tenê bi destê dewletê ve û nehiştina diyardeya çekdarên nefermî.

Berdewamiya karê hevbeş li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî ya ji bo alîkariya Iraqê di rûbirûbûna gefên terorê û zalbûna li ser paşmaweyên terorîstên DAIŞê de.

Karkirina ji bo berdewambûna peywendiya dû aliyane ku ew jî bi navê hemahengkirina helwestên herdû aliyan û hevbeşên din be.

 

Nûçeyên têkildar