Kurdistan û Hollanda dixwazin peywendiyên xwe bihêztir bikin

Munchen-KDP.info- Di çarçoveya 2yem roja Konferansa asayişê ya Munchenê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Holenda Mark Rûte civiya.
Di civînê de, pirsa berferehkirina pêwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Holenda de, herweha hevkariya Holenda ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de, hatin gotûbêj kirin. Mark Rûte ragihand, ku peywendiyên wan ên bihêz ligel Herêma Kurdistanê hene û giringiyek zêde bi Hewlêrê didin.
Di beramber de, Mesrûr Barzanî ragihand, ku ew dixwazin, peywendiyên xwe ligel Holenda di hemû waran de pêş bixin.




