Mesrûr Barzanî daxwaz ji Lavrov kir: Bila rêz li mafên Kurdên Sûriyê were girtin

Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî daxwaz ji Lavrov kir ku rêz li mafên pêkhateyên Sûriyê were girtin di nav wan de jî gelê Kurd li Sûriyê. Lavrov jî got ku Rûsya piştevaniyê mafê gelê Kurd li navçeyê dike.
Mesrûr Barzanî û Lavrov îro Şemiya 15.2.2020 di çarçoveya Konferansa Munchenê de civiyan.
Di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêşhatên dawî û guhertinên li Iraq û navçeyê û geşekirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya de kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsya got ku Rûsya piştevaniyê dike li mafê gelê Kurd li navçeyê. Herwiha got jî ku ew dixwazin rewşa Iraqê aram û seqamgîr be û rê li pêşiya çalakbûna terorîstên DAIŞê were girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê xwe ve tekezî kir li ser arambûna rewşa navçeyê û bi taybetî jî li Sûriyê û daxwaz ji Rûsya kir ku rola xwe ya girîng bikar bîne ji bo arambûna rewşa Sûriyê û ji bo rêzgirtina li mafê hemû pêkhateyên Sûriyê û di nav de jî gelê Kurd li Sûriyê.




