26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Berevaniya Amerîka: Kurdistan hevpeymanê me ye û alîkariyên Pêşmerge dê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Munchenê li gel Mark Esper Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê civiya û Mark Esper dibêje, “Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê.”

Ew civîn îro 15.2.2020 di çarçoveya Konfransa ya Asayişê ya Munchenê lidar ket û tê de herdû aliyan rewşa Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin.
Mark Esper amaje bi wê kiriye ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng ê Amerîkayê ye li navçeyê û got jî, ew dê berdewam bin li ser piştevanî û rahênana Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û tekezî li ser wê kir, “Hevpeymaniya Amerîka û Herêma Kurdistnê gelek girîng e bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.”

Nûçeyên têkildar