25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka pesnê Herêma Kurdistanê da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê li Munchenê civiyan û di wê hevdîtinê de wezîrê Amerîkî pesnê Herêma Kurdistanê da.

Di kombûnê de guftugo derbarê girîngîpêdana peywendiyên di navebra Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî di warê enerjiyê de hat kirin. Herwiha tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên bazirganî û rola weberhênanên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê amaje bi pêşkevtina aboriya Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê bi lêhatina serkirdayetiya xwe karê mucîze asayî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û got, hêvîdar im hemahengiya me zêdetir û berdewam be.

Nûçeyên têkildar