Mesrûr Barzanî: Hikûmeta ku pêbendî mafên Kurdistanê bibe emê piştevaniyê lê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî El Hekîm kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got ku hikûmeta Iraqê ya ku bê avakirin, eger pêbendî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bibe, Kurdistan jî dê piştevaniyê lê bike.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraq û navçeyê hatin kirin. Tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeteke giştgîr hate kirin, ku cihê razemendiya piraniya xelkê Iraqê be û pêwendiyeke wê ya baş bi Herêma Kurdistanê û welatên cîran û civaka navdewletî re hebe.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de tewereke din a hevdîtinê bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, ew piştevaniyê li her hikûmetekê dikin, ku pêbend be bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.




