26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokmarê Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Berhem Salih îro Pêncşema 6.2.2020 li Hewlêrê civiyan û di wê civînê de herdû aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê, proseya pêkanîna hikûmetê û raspartina serokwezîrê nû yê Iraqê, û herwiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Herdû aliyan herwiha derbarê rêçareyên derketina Iraqê ji qeyranan û vegerandina istiqrarê û cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan de jî gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar