26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê bo Balyozê Amerîka: Piştevaniya Hevpeymanan girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser giringiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymanan bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê dawîn pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li giringiya aramî û rewşa Iraqê û hatina hikûmetek, ku çaksaziyê encam bide û di asta daxwaza xelkê de be, û nûnerê hemû pêkhateyên netewî û olî be li Iraqê û pêwendiyên baş ligel Herêma kurdistanê hebin.

Herwiha li ser bingeha berjewendiyên hevbeş pêwendiyên hevseng ligel welatên cîran û civaka navdewletî hebin.

Di beşekî din ê civînê de amaje bi giringiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin, ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê di çarçoveya rûbirûbûna gefên DAIŞê.

Nûçeyên têkildar