26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Kurdistanê yasaya çaksaziyê îmze kir: Pêngavên çaksaziyê dê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro yasaya reforman îmze kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê erikdar kir, ku di demeke guncaw de, projeyasaya xanenişîniyê jî amade bike û pêşkêşî parlamentoyê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê îmzekirina yasaya reforman de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand: “Ev yasa bala xelkê Kurdistanê kişandibû ser xwe, lewma her ji wê roja ku bi fermî projeyasa gihîştiye destê Serokatiya Herêma Kurdistanê, şareza û pisporên li Serokatiya Herêma Kurdistanê û Civata Wezîran, bi hûrgiliyeke zêde ve nirxandin jê re kirin û aliyên erênî û neyênî yên yasayê bi awayekê babetî û profesyonel bi hûrgilî ve gotûbêj kirin.”

Yasaya reforman roja 16ê Çileya 2020 bi piraniyan dengan ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû pesendkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Îro Sêşema4.2.2020, min yasaya reformên di mûçe, dermale, bexşîn, îmtiyaz û xanenişîniyên li Herêma Kurdistan-Iraqê ya hejmare 2 ya sala 2020an îmze kir, ku Civata Wezîran amade kiribû û ji Parlamentoya Kurdistanê re şandibû û Parlamentoya Kurdistanê jî di roja 16ê Çileya 2020 de ew projeyasaye pejirandibû.”

Nêçîrvan Barzanî xelkê Kurdistanê piştrast dike, ku ew têbîniyên hemû aliyan li ber çav digirin û dibêje: “Em hemû aliyan piştrast dikin, ku me têgihîştineke temam heye li hember wan têbînî û baldariyên ku hene, bi taybet di warê xanenişîniyê de, em tekez jî dikin, ku ev yasa pêngaveke din a reformên di warê îdarî û darayî de ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike: “Bi hevahengiya li gel hemû sazî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, em dê berdewam bin li ser pêngavên din ên ji bo çaksaziyê, ew jî di berjwediya giştî ya gelê Kurdistanê de.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike, ku ew dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê erikdar bikin, da ku di demeke guncaw de projeyasayeke xanenişîniyê jî bo Herêma Kurdistanê amade bike û pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bike û dibêje, “pêwîst e ew projeyasa bi awayekê be ku prensîp û pîvanên dabînkirina dadmendiyê di projeyasayê de hebin û hikûmet mûçewergiran piştrast bike, ku niha û pêşeroja jî maf û heqên wan misoger û parastî dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya guhdana bi têbînî û pêşniyarên di derbarê projeyasayê de dike û diyar dike, “kêmasiyên ku di dema cîbicîkirina yasayê de derdikevin, divê bi rêya pêdeçûn û sererastkirina yasayê bêne çareserkirin.”

 

Nûçeyên têkildar