Mesrûr Barzanî û Wezîrê Belcîka rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve û Bergiriyê yê Belcîkayê Philippe Goffin civiyan û pêwendiyên dualî yên herdu Herêma Kurdistan û Belcîkayê hatin gotûbêjkirin. Mesrûr Barzanî diyar kir ku zêdekirina çavkaniyên dahatê ji yek xalên girîng ên karnameya kabineya nehem a Herêma Kurdistanê ye.
Îro Duşema 3.2.2020 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê, pêşwzî li Wezîrê Derve û Bergirî yê Belcîka Philippe Goffin kir.
Di civînê de pêwendiyên dualî yên herdu Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û rewşa Iraq û navçeyê hate gotûbêjkirin.
Philippe Goffin spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li koçber û penaberan kiriye û amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan nîşan da û bi taybetî di ware bazirganiyê ligel Herêma Kurdistanê.
Goffin herwiha tekez li berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir.
Di beramber de Mesrûr Barzanî jî spasiya hikûmeta Belçîkayê kir bo piştevakirin û rola wê ya li nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di heman demê de amaje bi karnameya kabîneya nehem a Herêma Krudistanê kir, bi taybetî curbicurkirina çavkaniyên dahat û pêşkeşkirina asanakirina zêdetir bo proseya weberhênanê.




