Nêçîrvan Barzanî bo Wezîrê Belcîkayê: Hîn pêwîstiya me bi alîkariya Hevpeymanan heye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Belcîkayê Philippe Goffin civiyan û di civînê de behsa girîngiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belcîkayê de hate kirin. Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze li navçeyê bibe faktereke aramî û seqamgeriyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3yê Sibata 2020ê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Belcîkayê Philippe Goffin û di civînê de peywendiyên dualî û geşêdanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Belcîkayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û diyar kir ku heta niha jî pêwsîtiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo berengarbûna terorê bi berdewamiya hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên ligel Iraqê, li ser binemayên desetûra bingehîn bêne çareserkirin û Herêma Kurdistanê dixwaze bibe faktereke aramî û seqamgeriyê li navçeyê.
Derbarê rewşa Iraq û xwepêşandanan de jî Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê bo daxwazên xwepêşanderên Iraqê yên ji bi jiyanek û xizmetguzariyeke baştir nîşan da.
Di beramber de Wezîrê Derve yê Belcîkayê aramî û seqamgeriya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê ji bo welatê xwe weke cihê girîngiyê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê, hewldanên ji bo pêkanîna aramî û çareserkirina pirsgirêkan û pêkvejiyan û xweşbiniya li Herêma Kurdistanê berz nirxand.
Philippe Goffin sipasiya hikûm û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziyeke baş li koçber û penaberan kiriye û pêkhateyên olî û neteweyî parastine.
Her di vê civînê de behsa bihêzkirina peywendiyên dualî, çarenivîsa girtiyên DAIŞê û malbatên wan ên li herêmê bi taybetî li Kampa Holê hate kirin.




