26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi Amade Bûna Serok Barzanî Termên 730 Enfal Kiriyan Hatin Weşartin

Çavkanî: KDP.info

 Îro li Devera Gerimyanê di merasimekî de bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî termê 730 welatiyên Kurd yên Devera Gerimyanê ên ku, ji aliyê rejîma Besê ve hatibûn enfalkirin hatin weşartin.

Di merasima han de ku, hijmareke zêde Rayedarên Kurd û kesûkarên Şehîdan tê de beşdar bûn, çendîn gotar hatin pêşkêşkirin û pişt re jî dest bi weşartina termê Şehîdan hat kirin.

Hêjayê gotinêye ku, duhê termê 730 welatiyên Kurd yên ku, ji aliyê Rejîma Besê ve hatibûn enfalkirin li Bajarê Silimaniyeyê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê hatin pêşwazîkirin û îro jî di merasimekî de bi beşdariya Serokê Kurdistanê ev Şehîdên han hatin weşartin.

Nûçeyên têkildar