Mesrûr Barzanî bo weberhêneran: Giringiyê bidin xortên Kurdistanê û kar bidin wan

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 28.1.2019 Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel hejmareka weberhênerên Herêma Kurdistanê civiya û daxwaz ji wan kir ku giringiyê bidin xortên Kurdistanê û kar bidin wan.
Di wê civînê de, ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, gotûbêj derbarê karnameya kabîneya nehem a taybet bi zêdekirina weberhînan û pêşxistina abûriya Herêma Kurdistanê.
Serok û cêgirê serokê hikumetê, weberhêner piştrast kirin ku hikumeta Herêma Kurdistanê piştevan û rêxweşker dibe bo piroseya weberhînanê û nehêştina rotînê di dezgehên hikumetê de.
Serokê hikumetê tekez li ser li ser wê yekê kir, ku armanca wan ewe zemîneyeka baştir bo weberhînanê li tevaya kertan durist bike û sanahîkiriyên pêwîst bo weberhînerên hindûrî û derekî bikin. Got jî: “Pêwîst e weberhînan li gor pilaneka zanistî û pêdawîstîyên Herêma Kurdistanêb û berjewendîya giştî be.”
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî da, ku Herêma Kurdistanê ji aliyê maddî û mirovî ve dewlemende û delîve ya wê yekê heye bibe bingeheka bazirganî giring li Îraqê û deverê.
Daxwaz ji kerta taybet jî kir, ku hevkariya hikumetê bikin di piroseya pêşxistana abûriyê, bikarxistin û dîtina delîveya kar bo xortan di kertên taybet de ku pêwîst e zêdetir giringiyê bi xortên Kurdistanê bidin di delîveyên kar de.




