Mesrûr Barzanî: Piştgiriya Hevpeymanan hêj giring e ji ber ku DAIŞ hêj metirsîdar e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Parlemantoya Almanyayê kir, ku ji herdu palemanter Markus Grûpel û Jurgen Hardt pêk dihat.
Di hevdîtinê de, ku Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî û Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêrê Barbara Wolf made bûn, guftûgo derbarê dawî pêşhat û guhartinên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Hikûmet û Perlemana Almanyayê kir, ji bo destpêkirina rahênankirina hêza Pêşmerge.
Mesrûr Barzanî tekezî jî li giringiya berdewambûna piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorê de kir, bi taybet ku DAIŞ hêj li ser çend navçeyên Iraqê metirsiyeke cidî ye.
Şanda Almanî amaje bi pêgeha Herêma Kurdistanê kir, wek fakterekî girîng ê aramiyê li Iraq û navçeyê ye, amadehiya welatê xwe jî bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, bi taybet di warê geşepêdana bazirganî û webirhênan de.




