Parlemanterên Almanya: Emê berdewam bin li ser alîkariya Kurdistanê
__2020_01_27_h18m25s33__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li endamên Perlemana Almanyayê j Partiya Kirîstiyanî (CDU) Markus Grûpel û Jurgen Hardt kir û spasiya Almanya ji bo piştevaniya li hêzên Pêşmerge kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêrê Barbara Wolf amade bû, perlemanteran spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê kirin, bo hewandina koçber û penaberan û bi taybet ên Kirîstiyanî li kampên Herêma Kurdistanê, tekez kirin jî, ew hewl didin wek berê, Almanya bi alîkariya bi Herêma Kurdistanê re berdewam be.
Guftûgokirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî, metirsiyên teror û pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî terorê, çend tewerên din ên civînê bûn.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji Almanyayê re dupat kir, ku biryar daye bi rahênankirina Pêşmerge berdewam be, herwiha mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi pêwîstî zanî.




