25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel frakisyonên PDK û Xristiyanan behsa xizmeta xelkê Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Fraksiyonên PDK û pêkhatên Kildan, Siryan û Aşûr yên di Encûmenên Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê de, civiya

Îro Dûşema 27.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel fraksiyonên PDK û pêkhatên Kildan û Siryan û Aşûr li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê civiya.

Di vê civînê de behsa karubarên Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola wan encûmenan di çareserkirina pirsgirêk û giriftên xelkê û dabînkirina xizmetguzariyê kirin û amadebûyên civînê têbînî û pêşniyarên xwe yên ji bo baştirkirina karê encûmenan û xizmeta zêdetirê xelkê, bi Serok Barzanî gihandin.

Di beşeke dinê vê civînê de Serok Barzanî di gotarekê de spasî erk û keda Encûmena Parêzgehan û Fraksiyonên PDK û pêkhatan kir û pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeş ê di navbera wan de hebû.

Di derbarê çawayiya karkirin û hêlên giştî yên erk û karê Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê Serok Barzanî şîret û rênîşandanên pêwîst da amadebûyên civînê.

 

Nûçeyên têkildar