Mesrûr Barzanî serperiştiya pêngavên çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Qubad Talebanî Cêgirê Serokwezîrê Kurdistanê serperiştiya civîneke taybet bi çaksaziya Wezareta Pêşmerge kir.
Di civînê de, ku wezîrên Pêşmerge, navxwe û darayî û abûrî yên Kurdistanê amade bûn, tekezî hat kirin li ser berdewambûna li ser piroseya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya hêlên giştî yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yasaya çaksaziyê di xanenişînî, mûçe, dermale, bexşînê û îmtiyazatên din de li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da, ku Pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê ye û qurbanîdanên wan cihê şanaziya xelkê Kurdistanê û civaka nêvdewletî ne. Lewma her çi ji destê Hikûmeta Kurdistanê bê ji bo xizmetkirina Pêşmerge yên hejî û rastî dê bikin. Herwiha ji bo pêşxistina Hêzên Pêşmerge jî pêwîst e li ser bingeheke zanistî û serdem Hêza Pêşmerge careke din were rêkxistin.




