Rewş li Kerkûkê metirsîdar bûye..Roj bi roj tevgera DAIŞê zêde dibe

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ragihand ku terorîstên DAIŞê tevgera wan li Kerkûk û navçeyên derdora wê roj bi roj zêde dibe.
Nûrî Heme Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li Kerkûk, Daquq, Hewîce, Reşad, Zeyxetûn û çend cihên din tevgera wan zêde bûye. Hevdem hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan ji DAIŞê biparêzin.”
Heme Elî wiha got: “Li navçeyên ku Hêzên Pêşmerge hene, ew terorîst nikarin tevgerê bikin. Ji ber ku Pêşmerge berdewam amade ne û em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku emê wan her biparêzin.”
Nûrî Heme Elî wiha domand: “Rewş metirsîdar e. Lê li aliyê Pêşmerge, eger êrîş bikin emê bi tundî bersiva wan bidin.”




